Çavsorîya Sûrîye û li welatê xwe penaberî / Xidir ÛSO Xidir Ûso
NEWROZ
Piþtî Þerê Cîhanê ya Yekemîn, welatên di bin nîrê Împaratorîya Osmanî de
bûn, ji alî dewletên ku bi serketin, Brîtanya, Fransa û Îtalya ve hat
parvekirin. Beþekî Kurdistanê jî tevlî Sûrîye û Lubnan ket bin dagirîya
Fransa.
Beþek civata Kurd ji bav û kalên xwe de û bi hezarsalan li ser wê axê
dijîn. Beþek biçûk jî yên di dema “Tehcîr”a Ermenîyan û Suryanîyan, beþek di
dema serhildanên gelê Kurd ku li hemberî zordarîya Kemalîzmê û “Îskana Mecbûrî”
ji bo ku jîyana xwe xelasbikin, ji ber qetlîamên artêþa Tirk revîyan, û beþek jî
ji ber xelê/giranîyê ku biçin li wan deran karbikin û ew û zarokên xwe ji
birçîna nemrin, berê xwe dan binxetê, alîyê Kurdistanê ku di bin nîrê Fransa de
bû û li wir bi cîh bûn.
Her ji bo çi dibe bila bibe û kî serwer dibe bila bibe, kesek li erdê bav
û kalên xwe, em ferz bikin ne li erdê bav û kalan, lê xwe bavêje welatekî bîyanî
û 80 salî li wir bi cîh û war bûbe, kîjan însaf, edalet û ûjdan qebûl dike ku
wek penaberên ne xwedîyê tu mafî bên qebûlkirin!?
Îro li dewletên Ewropa piþtî ku mirovek resmen pênc salan li wî welatî
xwedîyê mafê rûniþtinê be, kare serî li mafê welatîyê bide û resmen dibe welatî
û ji hemû qanûnên welatîtîyê îstîfade dike.
Îro bi sedhezaran Kurd, li rojavayê welatê xwe Kurdistan, ji hemû mafên
welatîbûnê bêpar dijîn.
Piþtî ku dewleta Sûrî ji bin nîrê “manda”tîya Fransa derket, li ser gelê
Kurd dest bi terora dewletê kir. Nasnameyên wan ji destê wan girt. Piþtre dest
danîn ser mal û milkên wan û Erebên koçer (þawî) anîn li dewsa wan bi cîh kir.
Mafê wan nîne ku bibin xwedîyê mal û milkekî, nikarin zarokên xwe biþînin
dibistanê, nikarin pasaportê bigirin û seyahetê bikin. Pêwîstîyên jîyanewî, wek
ard, þekir, gaz û hwd di bin destê dewletê de ku welatî bi buhayekî dikirin, lê
van rebenan mecbûrin ku bi sê qat buha bikirin.
Berî bi demekê me bihîst ku rayedarên dewleta Sûrîye munaqeþe dikin ku wê
mafê welatîyê bide wan, lê xebera dawîn rêdide ku dewleta mêtinkarîya Baas, pêþî
kirîn û firotina xanîyan qedexe kir û piþtre jî xanîyên ku van Kurdan tê de
rûdinin jî dest datîne ser û ji wan distîne.
Gelo dewleta Sûrî ji cîhana demokratîk fedî nake!? Gelo ji kalê Kurdan
Selaheddînê Eyûbî ku wan ji bin nîrê zaliman rizgar kir û muamela mirovên xwe bi
wan kir jî fedî nakin!
Gelî Kurdan, ma qey bêhna we teng nabe û dilê we naþewite!
Heta kengî emê vê çavsorî û zordarîyê tahamul bikin!
Ma dem nehatîye ku em destê xwe bidin hev û ji vê qedera kor re serî
hildin û bêjin bes e! Print  |