STANDARTKIRINA ZIMÊN / Edîb POLAT Edîb POLAT
NEWROZ
Gelo em
Kurd di standartkirina zimanê xwe de (nexasim di qada zaraveyê Dimilî û Kurmancî
de) di çi astê de ne? (Soranî mirov dikare bêje bîst sal in ku zimanê fermî yê
Baþûr e.)
Dewlet û parêzvanên wê heta
demên dawî jî, heta ku “TRT Altý” hêj dest bi weþanê nekiribû henekê xwe bi
hebûna zaravayên Kurdî dikirin, geh digotin Zazakî ne Kurdî ye, geh digotin
Kurmancî di eslê xwe de bi Tirkî û Farisî ye û hwd.
Weke tête zanîn çend sal
berê niqaþa li ser tîpa “i” û ya Tirkî “ý” hebû. Lê niha herkes li ser gramera
Celadet Bedirxan bi hevdengî li hev kir. Lê niha niqaþên wekî din hene, li ser
navên mehan, hejmara saetan (beriya nîvro û piþtî nîvro ji aliyê hin kesan ve
tête bikaranîn) tête guhertin. Peyvên herêmî û yên netewî çi ne, heta ji hev
neyên cihêkirin ev gengaþî dê bidome. Mînak di nava gel de saetên piþtî nîvro
weke Tirkî nayê gotin, nabêjin saet 13.00, 14.00 an 15.00. Dibêjin saet yekê
piþtî nîvro, diduyê piþtî nîvro an sisêyê piþtî nîvro. Heta Kurd nebin dewlet û
sîstema perwerdehiyê di dibistanan de bi Kurdiyek standart dest pê neke, zimanek
hevpar pêk nayê. Tirk 80 sal in dewlet in, tête bîra min heta min dibistana
navîn dixwend jî peyvên bi Osmanî û Erebî di nav zimanê wan de gelek bûn.
“Rêkxistina Ziman a Tirk” (Türk Dil Kurumu) hin peyvên xwurî Tirkî afirand. Hin
ji wan peyvan nehatin pejirandin, lê hin ji wan jî di Tirkiya nûjen de cih
girtin.
Zimanê Kurdî qet nebe niha
weke “zimanek din” ê ji Tirkî cihê tête qebûlkirin. Herçiqas dewletê dev ji
asîmîlasyonê bernedabe jî, weke berê piþaftinê nikare bidomîne. Lê, îcar xebata
me têr nake, ji bo standartkirinê hewldan lawaz in. Mînak bikaranîna îdîoman
(peyvên taybet) di rojname û kovarên me de hindik tên bikaranîn. Di rastiya xwe
de ew giyanê Kurdî ne, hiþmendiya bi Kurdî bi çi tê xuyakirin? Ziman ji bin
bandora wergerê dê çewa derkeve? Ew dê kengê bibe malê gel û zimanê gel, dê
kengê û çewa hêzê bide dunyaya rewþenbîriyê?
Sazî û rêkxistinên Kurdan
hene, pengav û biryarên ku êdî hatine qebûlkirin bi destê wan saziyan dikarin li
gel werin belav kirin. Grûbên zaravayan hene, komên Dimilkî û Kurmancî hene,
xebatên van koman dema werin weþandin, gel û rewþenbîr dê ji wan sûde bigrin.
Xwestek û hêviya me ew e ku bi destê hin saziyan xebat bi hev re were meþandin.
Helbet em jî parçekirina ziman naxwazin, kesek jî naxwaze, lê her grûbek ji
hindav de bixebite, piþtre dikarin têkevin nava xebatên hevpar.
Werin em çend mînakan bo
asta standartkirina niha bidin:
-Navên rojan êdî rûniþtiye:
Yekþem, duþem, sêþem, çarþem, pêncþem, în, þemî.
-Navên hejmaran: Yek, du,
sê, çar, pênc, þeþ, heft, heþt, neh, deh, yazde, dozde, sêzde, çarde, panzde,
þazde, hivde, hijde, nozde, bîst. (Kesek piþtî dehan êdî nabêje dehûyek,
dehûdidu, dehûsisê…)
-Hin navên mehan hêj tête
niqaþkirin, bandora peyvên herêmî li ser wan gelek e. Rêbendan, sibat (reþemî),
adar, nîsan (Avrêl), gulan, pûþber (hezîran), tîrmeh, tebax, îlon, cotmeh,
mijdar, kanûn.
-Bi nav re lêker nayê
nivisîn. (Mînak: Sewalê ku diçêre ga ye.)
Di nivîsê li pêþ, em dê li
ser heman mijarê rawestin. Print  |